Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li taxên paytext Bexdayê yên wekî el-Cîhad, Sadr û el-Emîn bi wesayîtên bombebarkirî êrîş hatin kirin. Di êrîşan de 12 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve li bajarê Mûsila li bakurê welêt jî çalakvanekî xwekujiyê wesayîteke bombebarkirî da teqandin. Di êrîşê de 7 ji wan leşker bi tevahî 17 kes mirin û 4 ji wan leşker bi tevahî 11 kes jî birîndar bûn.
Li taxa es-Sewraya li rojavayê Mûsilê jî wesayîteke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 2 polês mirin û polêsek jî birîndar bû.