Haydar Şahin
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
MOGADÎŞÛ
Di çarçoveya "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an" a di kordinasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) da tê amadekirin da koma ku hatibû Somaliyê xebatên xwe yên li vê derê temam kirin.
Qasidên dildar ên TÎKAyê herî dawîn Êtîmxaneya Harameynê ya li Mogadîşûya paytext temîr kirin. Bi beşdariya Balyozê Mogadîşûyê yê Tirkiyeyê Olgan Bekar, Kordînatorê Somaliyê yê TÎKAyê Galîp Yilmaz û gelek xwendekarên ji Tirkiyeyê û Somaliyê va êtîmxaneya ku hat temîrkirin hat vekirin.
7 qasidên dildar ên ku hatin Somaliyê Balyozxaneya Mogadîşûyê ya Tirkiyeyê, Ofêsa Mogadîşûyê ya TÎKAyê, Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê, Ofêsa Mogadîşûyê ya THYê, parka ku navê Prof. Îlhan Varankê şehîdê 15ê Tîrmehê lê kiribûn, xwendingeha hewadariyê ya sivîl û Baregeha Perwerdeyê ya Leşkerên Tirkiyeyê ziyaret kiribûn.
Qasidên dildar piştî ziyaretan roja yekşemê dest bi temîrkirina Êtîmxaneya Harameynê kiribûn. Xwendekaran mase û sandelyeyên êtîmxaneya ku wek xwendingeh jî tê bikaranîn boyax kiribûn.
- "Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an"
Bernameya Parvekirina Tecrûbeyê ya Afrîkayê ya 2017an" a di kordinasyona Serokatiya Ajansa Kordinasyon û Hevkariya Tirkan (TÎKA) da bi piştgiriya Rêhewaya Tirkiyeyê (THY), Ajansa Anadoluyê (AA) û Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê (TRT) û alîkariya Weqfa Ciwaniya Tirkiyeyê, Komeleya Ciwanan a Navneteweyî, Cemiyeta Belavkirina Ilim, Weqfa Siyasaliyan, Weqfa Dinyaya Teze, Komeleya Qelemê, Komeleya Ciwaniyê ya Anadoluyê, Yekîtiya Xwendekarên Anadoluyê û Komeleya Lêkolînên Civakî û Zanistî ya Perwerdeyê û saziyên civaka sivîlan va tê amadekirin.
Xwendekarên ji 200 zanîngehî ewê di çarçoveya bernameyê da herin 18 welatên wek Urdin, Sûdan, Tûnis, Etiyopya, Somalî, Tanzanya, Kenya, Senegal, Gîne, Kamerûn, Nîjer, Çad, Burkîna Faso, Gana, Uganda, Libya, Cezayîr û Libnanê.