24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
ANKARA
Qaşo "emîrê tenduristiyê" yê rêxistina terorê DEAŞê Kefah Basheer Hussain û 14 berşikên ku di navê da du kesên ku bi bultena sor li wan digerin jî hene, di operasyonan da hatin binçavkirin. Ji berşikan 13 jê ji aliyê dadgehê va hatin girtin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, ekîbên Şaxa Îstixbaratê û Şaxa Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Şanliurfayê li ser îstixbarata ji herêma di kontrola rêxistina terorê PKK/KCK û PYD/YPGyê di çarçoveya agahiya wan da komeke DEAŞî ku di navê da serkirde jî hene wê bi alîkariya qaçaxçiyan ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin, operasyon dan destpêkirin ku berşikan binçav bikin.
Di operasyonan da 12 kesên ku ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn û herwiha 2 kesên ji Sûriyeyê yên ku alîkariya van kir, hatin binçavkirin.
Di lêkolînan da hat tesbîtkirin ku ji berşikan 7 jê ji Cezayîrê, 2 jê ji Sûriyeyê, 2 jê ji Iraqê, yek jê ji Hollandayê, yek jê ji Fasê, yek jê ji Îngiltereyê û yê mayîn jî ji Misrê ne.
Eşkere bû ku berşikê ji Iraqê Dr. Kefah Basheer Hussain di îfadeya xwe da diyar kir ku qaşo emîrê tenduristiyê yê DEAŞê bû.