Elif Orhan
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 03 Sibat 2019
ÎSTANBUL
Di fitbolê de di Kupaya Asyayê ya 2019an de Qatarê 3-1 Japonya têk bir.
Qatar di turnuvayê de cara ewil derket fînalê û bi Japonyaya ku berî niha 4 caran bibû şampiyon re li Stada Zayed Sport Cîty a li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî hat pêşberî hev.
Qatar di deqîqeya 12emîn de bi gola Almoez Elî û deqîqeya 27emîn de jî bi gola Ebdulezîz Xatem nîva ewil 2-0 temam kir.
Di deqîqeya 69emîn de Japonya bi gola Takumî Mînamîno ferqê daxist yekî. Di deqîqeya 83yemîn de Akram Afîf gol avêt û rewş bû 3-1 û Qatar di encama pêşbirkê de şampiyoniya xwe ya ewil qezenc kir.
- Golek tenê xwar
Qatar heta fînalê hîç gol nexwar û seranserê turnuvayê golek tenê xwar.
Qatar tîma ewil bû ku di dîroka kupayê di turnuvayekî de 6 pêşbirkên xwe yên ewil de gol nexwar.
- Japonya cara ewil di fînalê de têk çû
Japonya heta niha di 4 pêşbirkên fînalê de jî bibû şampiyon lê cara ewil têk çû.
Japonya di kupayê de di salên 1992, 2000, 2004 û 2011an de çar caran bû şampiyon û di fînala xwe ya pêncemîn de hember Qatarê têk çû.
- Tekane tîma ku hemû pêşbirk qezenc kir
Qatarê ji 7 pêşbirkên turnuvayê hemû qezenc kir û bû tîma ewil ku hemû pêşbirk qezenc kir û bû şampiyon.