Elif Orhan
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku DEAŞa rêxistina terorê ji pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê sûd werdigire.
Serokwezîr Barzanî di bernameya ku ku Hewlêrê hat lidarxistin de li ser têkiliyên Hewlêr û Bexdayê axivî.
Barzanî qala hebûna DEAŞê ya li herêmê kir û got ku "DEAŞ hewl dide ku ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr-Bexdayê de sûd wergire. Ji ber vê jî em xurtkirina hevkariya navbera Bexda-Hewlêrê û çareserkirina hemû pirsgirêkan girîng dibînin."
Serokwezîrê HKIyê Barzanî bal kişand ku DEAŞ li Iraqê bi taybetî li herêmên binîqaş tehdîdeke mezin derdixîne holê û diyar kir ku heke li wan herêma tevdîr neyê hildan dê encamên xirab derkevin holê.
Barzanî destnîşan kir ku rêxistinê li Iraq û Sûriyeyê gelek herêm xirab kirin û wiha axivî:
"Tehdîda DEAŞê niha her çiqas kêm bibe jî ji holê ranebûye. Ji ber wê jî divê koalîsyona navneteweyî û civaka navneteweyî li hemberî vê tehdîdê bi awayekî cidî tevdîran hilde."
Barzanî her wiha got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda-Hewlêrê de van demên dawîn atmosfereke erênî heye û da zanîn ku helwesta Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ya ji bo çareseriya pirsgirêkan hêviyê dide.