HEWLÊR
Serşêwirmendê Serokwezîr Ahmet Davutoglu Etyen Mahçupyan wiha got: "Rêya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijatinê da benda ji sedî 10ê derbas bike, di çekberdana Qendîlê da derbas dibe."
Mahçupyan li Hewlêrê beşdarî panêla bi navê "Tirkiye, Kurd û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê" bû û li vir pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê rojevê da bersivand.
Mahçupyan der heqê pêvajoya çareseriyê da wiha got:
"Di pêvajoya çareseriyê da helbet pirsgirêk û astengî derdikevin. Bûyer derdikevin û însan dimirin. Bûyerên li Cizreyê tesadûfî nînin. Bûyerên li Cizreyê bê îrade dernakevin. Ev jî wek îradeya terefê din, yanê wek îradeya Qendîlê tê fehmkirin. Heger îradeya Qendîlê ev be, meriv çawa di pêvajoya çareseriyê da pêşva diçe. Di pêvajoya çareseriyê da tiştên ku tên axaftin li gor Qendîlê têr nakin. Qendîl ji bo xwe jî hin tiştan dixwaze. Bingeha meseleyê ev e. Li dinyayê pirsgirêkên wiha çawa hatine çareserkirin, wê li Tirkiyeyê jî çareserî wisa be. Divê were fehmkirin ku wek mayîn çênabe. Heger çareseriyeke din hebe jî divê bi rêya siyasetê bibe. Tu yê partî ava bikî. Îro li Tirkiyeyê partiyên ku cihêtiyê dixwazin û federasyonê dixwazin hene. Heger partiya ku federasyonê dixwaze ji sedî 40-50 ray bistîne û bibe îqtidar, wê li Tirkiyeyê federasyon were nîqaşkirin."
- HDP û benda hilbijartinê
Mahçupyan destnîşan kir ku HDP di hilbijartinên di meha hezîranê da benda ji sedî 10ê derbas bike jî derbas neke jî wê encamên siyasî yên girîng derkevin û wiha dewam kir: "HDP di hilbijartinê da bendê derbas bike wê li Meclisê xwendiyê bandoreke mezin be. Wê di pêvajoya destûra bingehîn da jî çalak be. Hêvî dikim ku derbas bibin. Lewra wê çaxê HDP dibe partiya Tirkiyeyê û bandora wê ya di pêvajoya çareseriyê da jî zêde dibe. Lê heger di bin bendê da bimîne, wê ev bi kêrî yên ku li dijî pêvajoyê ne, were. Wê AK Partiyê tenê bihêlin û pêvajo bikeve zorê."
Mahçupyan diyar kir ku tenê rêyek heye ku HDP bendê derbas bike û wiha axivî: "Heger Ocalan di pêvajoya çareseriyê da deklare bike ku ji binî va dev ji çekan berdidin û Qendîl jî xwedî li vê deklerasyonê derkeve, wê ev li xweşa civakê here û îhtimala ku HDP bendê derbas bike derkeve meydanê. Lê heger wiha nebe û wekî bûyerên li Cizreyê û 6-8ê cotmehê bûyer dewam bikin, Qendîl dev ji helwesta xwe bernede, li gor texmîna min ji sedî 8ê derbas nabin. Wê di bin bendê da bimînin."
Qendîl û çekberdan
Etyen Mahçupyan diyar kir ku divê li Tirkiyeyê were sehkirin ku Qendîl dixwaze dev çi çekan berde û wiha got: "Wisa bibe ku ji AK Partî, CHP û MHPyê jî ray wergirin. Heger wiha nebe wê çawa rayên xwe ji sedî 6,5ê derxin ji sedî 10ê? Divê ji partiyên din ray wergirin. Divê ji kurdên ku ray didin AK Partiyê ray wergirin. Ji ber vê jî divê xwedî li siyaseta ku bi AK Partiyê ra dimeşînin derkevin. Heger tu li dijî AK Partiyê bisekinî û guh nedî daxwaza çareseriyê, tu nikarî ji kurdên ku ray didin AK Partiyê ray wergirî."