25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL (AA) - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Misilmanên Dinyayê Prof. Dr. Elî Muhyiddîn el-Qeredaxî der barê Operasyana Çiqlê Zeytûnê ya ku Tirkiye li Efrînê dijî rêxistinên terorê dike de got mafê Tirkiyeyê heye ku ew sînor û gelê xwe biparêze û piştgiriyê didin vê operasyonê.
Qeredaxî ji nûçegîhanê AAyê ra wiha daxuyand: "Ez bi hemû hêza xwe va li hemberî projeya Amerîka û siyonîzmê ya ku toximê xirabiyê û fitneyê davêje nav misilmanan, disekinim. Em piştgiriyê didin mafê parastinê ya Tirkiyêyê ku ew bi awayekî meşrû sînor û gelê xwe diparêze. Em ji bo wê bi tenê başiyê dixwazin."
Qeredaxî bal kişande ayeta "mumin bira ne" û got divê her kes pirsgirêkên xwe di bin ronahiya biratiyê ya dîn de çareser bike.
Qeredaxî behsa ayeta ku Xwedê dibêje "Mirovno! Bêşik me hûn jin û mêrekî afirandin û ji bo ku hûn hevdu nas bikin me hûn wekî eşîr û qebîle cuda kirin. Li cem Xwedê yê ku herî biqîmet, ew kes e ku herî zêde hewl dide li dijî wî dernekeve. Bêşik Xwedê her tiştî dizane, haya wî ji her tiştî heye" kir û got di dînê Îslamê de hemû gel wekhevdu tên parastin.