10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va 3213 terorîst hatinr berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin di çarçoveya Opresyona Çiqlê Zeytûnê da operasyonên ji beja û esman va yên li dijî PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistina terorî li Efrînê dewam dikin.
Hat diyarkirin ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê vir va 3213 terorîst hatin berterefkirin.
Hat diyarkirin Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê li beldeya Bilbilê ya li rojavayê bakurê Efrînê gundên Korta, Babak Uşagi û Kaşayê, li beldeya Şêranê ya li rojhilatê bakurê Efrînê gundên Kefer Rûm û Kurt Kulakê, li beldeya Cindirêsê ya li rojavayê başûrê Efrînê gundê Zeleka û ji gundên li ser navenda Efrînê jî gundê Kefar Zeîtê ji terorîstan paqij kirin.
Hêzên Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê ji destpêka operasyonê heta niha li Efrînê 5 jê navendên beldeyê, 135 gund û 31 cî û warên stratejîk bi tevahî 171 herêm ji YPG/PKK-DEAŞê xilas kirine.
PYD/PKKyê beriya operasyonê ji ber îhtimala destpêkirina operasyonê hemû hêz û xeta parastinê daye navenda Efrînê da ku sivîlan wek mertal biemilîne. Rêxistin Ereb û Kurdên ku dixwazin derbasî herêmên di rejima Beşşar Esed û mixalifên eskerî da ne bibin asteng dike. Ji ber ku sivîl tên astengkirin Neteweyên Yekbûyî (NY) bertek nîşan dide.