Haydar Şahin
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
WASHINGTON
Qesra Sipî diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê bi telefonê li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya ji bo serkeftina di hilbijartinê da ew pîroz kir û bal kişand ser hevkariya dualî û têkiliyan.
Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Sipî der barê axaftina Erdogan-Trump da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat diyarkirin: "Serok Donald Trump ji bo ku dîsa hat hilbijartin pîroz bike, balê bikişîne ser têkiliyên hêzdar ên di navbera Amerîka û Tirkiyeya hekarên stratejîk û mitefiq li Serokomar Recep Tayyîp Erdogan geriya."
- Li dijî meydanxwendinê hevkarî
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkiliyan herdu alî jî biryardar in û wiha hat gotin: "Serok Turmp û Serokomar Erdogan dema meydanxwendina stratejîk ya hepar nirxandin careke din zêdekirina hevkariyê anîn rojevê."
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê da jî hatibû diyarkirin ku Erdogan û Trump di hevdîtinê da biryardariya ji bo hevkariyê teyîd kirin, mitabiq man ku hevkariya stratejîk a Tirkiye û Amerîkayê pêş bixin.