Türkan Tosun
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
NEW YORK
Li Amerîkayê Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ku jê 5 misilman ji 7 welatan ra ji ber sedema ewlehiyê gera Amerîkayê qedexe dike qebûl kir. Li ser vê biryarê li New Yorkê çalakiye pir mezin a dijî vê qanûnê hat kirin.
Endamên 80 rêxistinên civakên sivîl, komên ji dîn û nijadên cuda û endamên Konseya Têkiliyên Amerîkan-Îslamê (CAIR) bi sedan kes li qada Foley Squareê kom bûn.
- "Ev nijadperestiya spî ye"
Pankartên li ser "Ji qedexeyan ra na", "Li Qesra Spî ji Naziyan ra na", "Em hemû Misilman in", "Ev kolan ên kî ne? Ev kolan ên me ne" nivîsandî di çalakiyê da hatin bikaranîn. Çalakvanan bertek nîşanî hikûmeta Trump û polîtîkayên wî yên dijî penaberan dan.
Parêzera kamuyê ya Şaredariya New Yorkê Letîtîa Jamesê got mesele ne Misilman û ne jî penaber in û wiha axivî: "Mesele nefret e. Ev nijadperestiya spî ye. Em ne ev in."
- "Navê vê faşîzm e"
Şaredara Manhattanê Gale Brewer jî bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Dadgehê di rabirdûyê de jî gelek biryarên şaş da, ev biryara wê jî şaş e. Emê hember vê têkoşînê bidin û tu carê newestin."
Seroka Komeleya Erebên Amerîkan Lînda Sarsaurê jî got ev biryar ne xema wê ye û wiha axivî: "Biryara Qanûna Bingehîn ne xema min e. Lewra di rabirdûyê de jî vê dadgehê biryarên bi vî rengî dabûn wek koletî qanûnî ye, kampên Japonan ên wan li Amerîkayê kom dike qanûnî ye. Ev rêvebirî nijadperestiya spî dixe rewacê. Navê vê faşîzm e."
- Dadgehê li hember 5 dengan bi 4 dengan va biryar qebûl kiribû
Dadgeha Qanûna Bingehîn a Amerîkayê biryara Trump ya ku jê 5 misilman ji 7 welatan ra gera Amerîkayê qedexe dike li hember 5 dengan bi 4 dengan va qebûl kiribû.
Trump piştî ku biryar hatibû qebûlkirin li ser Twîtterê wiha nivîsandibû "Qanûna Bingehîn qedexeya gerê ya Trump qebûl kir. Pîî".
Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo jî gotibû ji bilî kesên koka wan ji vî welatî ne her kes ji derva hatiye Amerîkayê û ev pirrengî û dewlemendî hêza wan e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku dest bi wezîfeyê kiribû hefteyek şûn da ji welatiyên Îran, Sûriye, Libya, Yemen, Somalî, Çad û Koreya Bakur ra qedexeya gerê anîbû. Li ser vê biryara Trump li balafirgehan gelek kesan xwepêşan kiribûn û Trump paşve gav avêtibû.