Abdullah Tel
27 Hezîran 2017•Rojanekirin: 28 Hezîran 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer der barê êrîşa bi çekên jehrî yên tê gotin ku li Sûriyeyê amadehiyên wê tên kirin da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniyê da wiha hat gotin: "DYAyê tespît kir ku ji bo êrîşeke bi çekên jehrî ya wê bi destê rejima Esed bê kirin û îhtimal heye ku bibe sedema mirina zarokên mesûm, amadehî hene. Ev amadehî dişibin amadehiyên beriya êrîşa bi çekên jehrî yên ku di 4ê nîsana 2017an da hat kirin."
Armanca DYAyê ya ku ji ber çi li Sûriyeyê jî hat parvekirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Armanca DYAyê, Sûriye û Iraqê ji DEAŞê paqijkirin e. Lê heke Esed Beg çekên jehrî bi kar bîne û bibe sedema komkujiyeke nû wê demê ew û artêşa wî wê berdêleke giran ji bo wê yekê bide."
Rejima Esed di 4ê nîsanê da li bajaroka Xan Şêxuna ser Îdlibê êrîşeke bi çekên jehrî li dar xistibû. DYAyê jî li ser vê di 7ê nîsanê da wek bertek moşekên Tomahawkê bi ser Baregeha Hewayî ya rejimê da barand û Serokê DYAyê Donald Trump got: "Beşar Esedê sûriyeyî yê dîktator roja sêşemê bi çekên jehrî êrîşa hovane kir. Esed zarok, jin û mêrên mihtacê alîkariyê bûn qir kir. Bêguman rejima Sûriyeyê çekên jehrî bi kar anîne."