Dinya

Qesra Spî teyît kir ku bi Hemasê ra rasterast hevdîtin kirin

Hakan Çopur  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 06.03.2025
Qesra Spî teyît kir ku bi Hemasê ra rasterast hevdîtin kirin

Washington DC

 Berdevka Qesra Spî Karolîne Leavîttê teyît kir ku bi Hemasê ra rasterast hevdîtin kirin û got ku "Nûnerê taybet ê ku van mizakereyan bi rê va dibe (Steve Wîtkoff) xwedî wû rayeyê ye ku bi her kesê ra biaxive û di vê mijarê da bi Îsraîlê ra şêwirîn."

Leavîtta Berdevka Qesra Spî di brîfînga çapemeniyê ya li dar xist da pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê da bersivand.

Berdevka Amerîkayî îdiaya "Amerîka ji bo xilaskirina dîlên di destê Hemasê da" bi Hemasê ra rasterast hevdîtin kir, piştrast kir.

Leavîttê got ku "Nûnerê taybet ê ku van mizakereyan bi rê va dibe (Steve Wîtkoff) xwedî wû rayeyê ye ku bi her kesê ra biaxive û di vê mijarê da bi Îsraîlê ra şêwirîn. Ev hevdîtin hê jî dewam dikin lewra ez ê hûqgiliyan nedim. Mijara jiyana Amerîkayiyan e."

Berdevka Qesra Spî da zanîn ku li cihekî dinyayê ji bo berjewendiyên welêt gelek hevdîtinan dikin û hewl didin ku ji bo gelê Amerîkayê tişta rast bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın