Dinya

Trump daxuyand ku divê Hemas bi tevahî ji Xezeyê vekişe

Hakan Çopur  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 06.03.2025
Trump daxuyand ku divê Hemas bi tevahî ji Xezeyê vekişe

Washington DC

 Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku divê endamên Hemasê bi tevahî ji Xezeyê vekişin û got ew ê hemû piştgiriya ku Îsraîl dixwaze bide.

Serokê Amerîkayê Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Truth Socialê da helwesta xwe ya der barê Xezeyê da dubare kir.

Trump der bar Hemasê da wiha got: "Hemû dîlan niha berdin, ne paşê. Heke ev pêk neyê, ev kar wê ji bo we biqede. Ji bo ku kar biqede ez ji Îsraîlê ra her tiştê ku hewce dike dişînim. Heke hûn gotina min nekin, yek endamê Hemasê jî wê di nav ewlehiyê da nebe."

Trump bangî serokê Hemasê kir û wiha got: "Ev hişyariya dawî ye. Hê ku şansê we heye, dem dema derketina we ya ji Xezeyê ye."

Trump bangî gelê Xezeyê jî kir û ji wan xwest ku ew dîlan berdin û heke bernedin ew ê berdêla vê bi canê xwe bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın