Haydar Şahin
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
ANKARA
Li Mynamarê qeyika ku misilmanên ji Arakanê yên ji êrişên artêşê û neteweperestên budîst direvîn Bangladeşê tê da bûn di Çemê Nafê da binav bû, di encama qezayê da 16 kes mirin.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Bagladeşê da hatin weşandin, Mihemed Maîn Uddîn Xanê Rayedarê Ewlekariya Teknafê diyar kir qeyika ku kesên ji tundiya li Arakanê ber bi Bangladeşê direvîn tê da bûn serobino bû .
Xan destnîşan kir ku Mihafizên Sînor ên Bagladeşê îro destê sibê cesedê 15 kesan li rexê çêm dîtin.
Xan got dibe ku ji van 15 kesan 4 kes hatibin kuştin, li ciyekî din ê çêm jî cesedê kesek din ku di qeyika serobino bûbû da miriye dîtin.
Li gor daxuyaniyên dawîn, hejmara misilmanên ji Arakanê yên ku di qezaya qeyikan da mirin gihîşte 39an.
Misilmanên ji Arakanê yên ku ji zilmê direvin ev bi salan e di Çemê Nafê ra derbasî Bagladeşê dibin. Çemê Nafê di navbera Myanmar û Bagladeşê da ye. Hedefa misilmanên ji Arakanê ew e ku ji çem derbasî Teknafa li ser Coxs Bazara bajarê Bangladeşê bibin û di wir ra jî herin navenda Coxs Bazarê ya ku kampên penaberan lê ne.
Di êrişên artêşa Myanmarê yên bi hinceta têkoşîna dijî terorê li Arakanê dewam dikin da di hefteyeke dawîn da gelek sivîlên misilman ên ji Arakanê mirin û hatin kuştin.
Li sînor ji 60î zêdetir gund di hedefê da ne, bi dehan gund hatin şewitandin, bi deh hezaran kesên ji Arakanê ji ber ewlehiya canê xwe ji herêmê direvin.