Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 02 Îlon 2017
MEKKE
Misilmanên ji bo ferza hecê li axa pîroz in serê sibehê ji Muzdelîfeyê ketin rê û gihîştin Mînayê.
Hecacên ku do bişev ji Erefatê derbasî Muzdelîfeyê bûn, li vir nimêja êvar û eşayê cem kirin û şeva xwe jî bi dua derbas kirin.
Piraniya heciyan piştî hilatina rojê ji Muzdelîfeyê ber bi Mînayê ve hereket kirin, hinek jî ji bo ku girantir biçin ji nîvê şevê ve ber bi Mînayê ve ketin rê.
Hecac dê li Mînayê îro tenê şeytanê mezin biricimînin, piştre dê qurbanên xwe serjê bikin û traş bibin. Dawiyê dê tewafa ziyaretê (îfada) bikin û ji îhram derkevin.
Hecac dê rojê duyem û sêyem ên eydê jî li Mînayê derbas bikin, li vir her rojê 3 şeytanan biricimînin. Divê hecî roja çarem jî li Mînayê şeytan biricimînin.
- Jimara heciyan 2 milyon û 352 hezar û 122 ye
Ji aliyekî din ve Saziya Îstatîkên Siûdiyê ragihand ku 2017 heyama herî qerebalix a 5 salên dawiyê ye.
Di daxuyaniyê de wiha agahî hat dayîn: "Sala 2017an bi tevahî 2 milyon û 122 hezar kesan îbadeta hecê bicih anî û bûn hecî. Ji van 229 hezar û 308 kes welatiyên Siûdiyê yan yên li welat destûra rûniştina wan hene ne.
Li gor saziyê sala 2016an 1 milyon û 862 hezar û 909, 2015 1 milyon û 952 hezar û 817, 2014 2 milyon û 85 hezar û 238 û 2013an jî 1 milyon û 980 hezar û 249 kes gihîştine axa pîroz û heca xwe kirine.
Herwiha ji bo neqilkirina heciyan îsal 31 hezar û 569 wesayit hatine texsîskirin.