Abdullah Tel
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Emirê Qeterê Temîm bîn Hamad Al Sanî têlefonî Mihemed bin Selmanê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî kir û jê xwest ku bila qeyrana kendavê bi rêya guftûgoyê bê helkirin.
Di nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî da hat gotin ku Emirê Qeterê Temîm têlefonî Mihemedê Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî kir. Di axaftina li ser têlefonê da Temîm xwest ku ji bo parastin û berjewendiyên herdu welatan divê qeyrana di navbera Qeter û hin welatên ereb da bê rêya guftûgoyê bê çareserkirin.
Di nûçeyê da hat gotin ku Prensê Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed ji vê pêşniyazê kêfxweş bû. Hat ragihandin ku wê Riyad bi Mîrektiyên Ereb yên Yekbûyî, Misir û Behreynê ra hevdîtinê bike û paşê jî der barê mijarê da bi hûrgilî agahiyê bide.