Nihat Kavşut
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nikkî Haleya Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî ya DYAyê destnîşan kir ku DYA ji ber tundiya hêzên Myanmarê li Arakanê li sivîlan dikin bifikar e.
Haleyê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir li eyaleta Arakanê rewş her diçe xirabtir dibe û wiha got: "270 hezar kes çûne Bangladeşê û gelek kes jî li ser sînor asê mane."
Nikkî Haleyê diyar kir berê jî der barê vê mijarê da hişyarî dane û wiha got: "Ji ber raporên dibêjin êrîşên li ser sivîlan dewam dikin DYA di nav fikarê da ye. DYA bangê li hêzên ewlehiya Myanmarê dike ku di operasyonan da sivîl bên parastin. Êrîşên li dijî sivîlan tundiyê zêde dike û zirarê dide hêviyên ji bona aştiyê."
Haleyê bang li hikûmeta Myanmarê kir ku alîkariyên diçin herêmê li kesên hewcedar bên belavkirin.