Lê ji bo derbasbûnê destûr nehatibû dayîn û Muslîm jî diyar kiribû ku ew 5 rojan li ber deriyê sînorê Pêşxaburê dane sekinandin û berpirsyarê vê bûyerê jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.
Li ser vê îdiayê Berpirsyarê Têkiliyên Giştî yên Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqa Federal Dr. Hemîd Derbendî jî daxuyanî da û got: "Muslim heke ku dixwaze biçe Ewropayê ne mihtacê Kurdistanê ye. Dikare li ser Ankara, Tehran, Bexda û Şamê re biçe."
Salih Muslim jî axaftina Derbendî ji nûçegihanê AAyê re nirxand û got: "Derbendî bi vê daxuyaniya xwe dixwaze rê nîşanî me bide. Yanî dibêje yan hûnê bi rejîmê re li hev bikin û yan jî werin bikevin bin emrê me. Ev daxuyanî tên vê wateyê."
Muslimê ku niha li Dêrika navçeya Sûriyeyê sekna xwe didomîne diyar kir ku PDK ji bo hêza xwe ya li ser kurdên Sûriyê zêdetir bike rê li wî digre û wiha dewam kir: "Li Rojavayê piştgiriyê didin Partiya Azadiyê û li Sûriyeyê jî xwedî li El Partiya ku bi wan re têkîldar e derdikevin. Dixwazin ku ew derkevin pêş û kurdên Rojavayê jî bikin bin badora xwe. Lê em zanin ku gelê kurd li ba me ye û piştgiriyê dide me. Ev hîleyek e. Em ji ber vê xwe ne teslîmî rejîmê û ne jî teslîmî komeke dinê dikin. Em xwedî heysiyet in, rêyên me yên cuda hene û dest û piyên me jî girêdayî nînin. Yanî ji ber ku PDKyê ev tişt kir em teslîm nabin. Em mirovên bi heysiyet in û tiştên wiha jî qebûl nakin."
Muslîm diyar kir ku piştî li Sûriyeyê şer dest pê kir ji bo xebatên xwe yên siyasî car carna hatiye Erbîlê û ji nîva duyemîn a sala 2012an şun de her tim li Erbîlê bûye û wiha dewam kir: "Sal û nîvek bû ku ez li Erbîlê bûm, berê ez her tim li Rojavayê bûm.
Endamê polîtburo û berdevkê partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Cûndiyanî gotibû "Haya me ji vê bûyerê tuneye." Ev gotin jî ji Muslim hat pirsîn. Muslim jî got: "Heke Berdevkê YNKê dibêje haya me jê tuneye ev jî nîşan dide ku ev biryar bi tenê ji aliyê PDKê ve hatiye dayîn."
Berdevkê YNKê Cûndiyanî daxuyanî dabû qanala televizyona Gelî Kurdistanê û gotibû: "Deriyê me yê sînor Muslim jî di nav de divê ji hemû gelê Rojavayê re vekirî be. Kê nehiştiye Muslim bê Kurdistanê, der barê vê mijarê de tu agahî di destê me de tuneye. Tevgereke nexweş e, heke em bûna me yê teqez hel bikira. Ji bo piştgiriya berxwedana siyasî ya li wê derê divê deriyê sînor vekirî be. Sûriyî ji bo ku bi welatên din re têkevin nav têkiliyê divê bikaribin deriyê Kurdistanê bi kar bînin. Heke ku pirsgirêkek hebe lazim e hikûmet demildest wê çareser bike."