HEWLÊR
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat a (PYD) Sûriyeyê Salih Muslim diyar kir ku çekên artêşa Iraqê ya ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) li Mûsilê dest dabûn ser derbasî Kobanê kirine û niha li dijî wan bi kar tînin.
Muslim di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku li bajarê Kobanê ya rojavayê Sûriyeyê şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a PYDê û endamên DÎŞIyê de didome.
Serokê PYDê bal kişand ser wan çekên giran ên ku piştî vekişîna artêşa Iraqê ya ji Mûsilê ketin destê DÎŞIyê û wiha dewam kir: "DÎŞIyê hin çekên giran yên ku ji artêşa Iraqê ji wan re man derbasî Kobanê kirin û niha jî wan çekan li dijî me bi kar tînin. Di nav van çekan de tankên bizirx, topên hewanê û çekên giran ên din hene. Bi taybetî em li hemberî wan tankên bizirx pir dikevin tengasiyê. Lewra guleyên ku asayî tu tiştekî bi van tankan nake. Em jî di bazara reş de teqemeniyên li dijî tankan û çekên giran dikirin."
Muslim ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê da zanîn ku ew her cure alîkariya navneteweyî qebûl dikin û wiha got:"Em ji bo alîkariya welatên ku dixwazin li hemberî vê rêxistinê bisekinin bi awayekî kordîne amade ne. Em ji bo ku li hemberî vê rêxistinê eniyeke nû vebikin dikarin bi hemû welatan re bixebitin. Lewra DÎŞI li Sûriyeyê ne bi tenê ji gelê kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn talûke ye. Me gelek caran got ku DÎŞI rêxistineke terorî ye lê tu kesî guh neda me. Niha bere bere fehm dikin."
"Em ê rêzê nîşanî referandûmê bidin"
Muslim gotina Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ya "Gelê me bi referandûmê dê biryara xwe ya serxwebûnê dê bide." jî wiha nirxand: "Heke referandûm bê kirin em ê rêzê nîşan bidinê. Biryara ku gel dide girîng e lê kesên ku serxwebûnê difikirin divê gelek tiştan hesab bikin."
Ji bo kurdên Sûriyeyê jî gelo dibe ku referandûm bê kirin? Muslîm ji bo vê fikrê got ku niha ku tiştekî wisa di rojevê de tuneye û qala wê jî nayê kirin.