Haydar Şahin
14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2019
Di tura duduyan a serokomariyê ya li Tunisê hat kirin da Qeys Seîdê namzedê serbixwe li gor anketên sandiqan bi ferqeke mezin bû serokomarê welêt ê teze.
Li gor anketa encamên sandiqan a bi destê Amrhoda Şirketa Raya Giştî ya Tunisê, Qeys Seîdê Profesorê Qanûna Bingehîn ê namzedê serbixwe ji sedî 72,53yê rayan sitand û bû serokomarê teze.
Nebîl Karwiyê patronê medyayê yê namzedê din jî ji sedî 27,47ê rayan sitand.
Komisyona Hilbijartinê ya Bilind a Tunisê (LHB) diyar kir ku ji sedî 57,8ê welatiyan beşdarî hilbijartinê bûn. Dibê LHB encamên fermî yên ewil hetanî 16ê cotmehê eşkere bike.
Li Tunisê di 15ê îlonê da tura ewil a hilbijartina serokomariyê hatibû kirin, Qeys Seîdê wekî namzedê zeyîf dihat nirxandin li hemberî reqîbên xwe ji sedî 18,4ê rayan sitandibû û ketibû rêza ewil.