03 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ANKARA
Ji bo ku ji qeyrana Sûriyeyê ra çareseriyeke siyasî were dîtin, li Cenevreyê hevdîtin didomin. Rûsya ji bo ku nehêle mixalif beşdarî hevdîtinan bibin, erîşên xwe didomîne. Di nav pênc rojên ewil ên hevdîtinan da 131 sivîl di êrîşên esmanî yên Rûsyayê da mirin.
Rêxistina Mafên Mrovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku di nav pênc rojên ewil ên hevdîtinan da 131 sivîl di êrîşên esmanî yên Rûsyayê da mirin. Li gor vê rewşê di nav çar rojên ewil da hejmara miriyan 61 in, tenê duh 70 sivîl hatin kuştin. Hejmara miriyan li Helebê 58, li Îdlibê 8, li Humusê 10, li Derayê 13, gundewariya Şamê 8, li Reqqayê 10 û li Dêra Zorê 24 in.
Berdevkê Komîteya Bilind a Mizakereyê (MYK) ji mixalifan pêk tê û li Cenevreyê beşdarî hevdîtinan bûye. Berdevkê komîteyê Salim el-Muslat duh wiha gotibû: "Rûsya mirovên me dikuje, hevdîtinên Sûriyê bloqe dike."