17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HEWLÊR
10 partiyên siyasî yên di parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de der heqê bi destê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê radestkirina rêveber û endamên partiyên siyasî yên girêdayî Encumena Nîştimanî ya Kurdên Sûriyeyê (ENSKS) danezana hevpar weşand.
Danezan ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê, Lîsteya Pêşketinê ya Tirkmenan, Lîsteya Aliyê Sêyemîn, Lîsteya Tirkmenên Hewlêrê, Partiya Demokrat a Civakî ya Kurdistanê, Lîsteya Mafên Kildanî ya Aşûrî ya Suryanî, Eniya Tirkmenên Iraqê, Lîsteya Rafîdeyn, Partiya Pêşketina Tirkmenan, Lîsteya Ermeniyan ve hat weşandin. Di danezanê de hat gotin ku hin bûyerên ku demek beriya niha li Rojava li ser hev qewimîn wan dixe nav fikaran ji bo ku peywira ku dikeve ser milê wan pêk bînin xwestin ku der heqê pêvajoya bi xetere de agahî bidin raya giştî.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heke çareseriyên maqûl û radîkal neyên dîtin dê Rojava bê kêleka kendaleke bi xetere. Dê atmosfera bêîstiqrarî û bêewlehiyê ya ku dê derkeve holê zêde bibe û nakokiyên di navbera partiyên siyasî de jî dê kûr bibin. Ev rewş dê tesîreke neyinî li ser dahatûya gelê me û bidestxistina mafên wan bike."
Di danazanê de hat diyarkirin piştî ku li Sûriyeyê gel dijî rejimê serî hilda pê ve rêveberiya îdarî ya li Rojava ket destê PYDyê û wiha hat gotin: "PYD ji roja ku îdare bi dest xist vir ve bi keyfî û neheqî siyaseta radestkirina rêveber û serokên partiyên siyasî yên din tetbîq kir."
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku PYD her kesê ku ji wan nîne xayin îlan dike û hewl dide ku rejimeke totalîter ava bike û hat gotin ku siyaseta tehde û radestkirinê ya ku PYD li Sûriyeyê tetbîq dike tu carî dê xizmeta berjewendiyên gelê wir neke.