15 Sibat 2016•Rojanekirin: 16 Sibat 2016
ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derva Tanju Bilgiç der barê banga hempayeyê xwe yê DYAyî John Kirby ku xwest Tirkiye û PYD avêtina guleyên topê rawestînin da wiha got, "Kirby di daxuyaniya xwe da mutefîqê xwe Tirkiye û rêxistineke terorê dixe eynî kefê. Em li hemberî vê daxuyaniyê şaş û metel man."
Bilgiç li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiv da pirsên rojnamegeran.
Ji Bilgiç xwestin ku daxuyaniya Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê John Kirby ku bang kiribû bira Tirkiye û hêzên PYDyê avêtina guleyên topê rawestînin, binirxîne. Bilgiç jî destnîşan kir, wekî welatekî ku ji terorê pir kişandiye û serê wê pir pê êşiyaye, Tirkiye têdikoşe û têkoşîna wê ya dijî terorê jî li ber çavan e.
Bilgiç wiha xeberda, "Kirby di daxuyaniya xwe da mutefîqê xwe Tirkiyeyê û rêxistineke terorê (PYD) dixe eynî kefê. Em li hemberî vê daxuyaniyê şaş û metel man."
Bilgiç bal kişand ku ew pir tund daxuyaniya Kirby protesto dikin û wan, piştî daxuyaniyê meqamên DYAyê ji vê fikr û hizra xwe agahdar kirin.
Bilgiç diyar kir ku polîtîkaya wan a li hemberî PYDya ku bi taybetî jî pêwendiya wê bi Qendîlê ra heye, eşkere ye û wiha pê da çû:
"Çendek berê dema ku Alîkarê Serokê DYAyê Joe Biden, Tirkiye ziyaret kir, me der heqê pêwendiya PYD û rêxistina terorê PKKyê da belge û dokumanên hewce radestê wî kir."
Bilgiç anî ziman ku ew bi tu awayî qebûl nakin ku PYD êrîşî herêma Azezê û muxalefeta netundraw bike.