11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
BRUKSEL
Rayedarên saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo ku bertekê bidin nîşanî êrîşa terorê ya li Stenbolê ji bilî agahiyên li ser medyaya civakî yên saetên ewil pêdivî bi agahiyên din nedîtin.
Piraniya rayedarên saziyên YEyê guh nedan êrîşa terorê ya li Stenbolê û bertekên xwe tenê bi çend twîtan dan nîşan û giringî nedanê.
Tevî derbasbûna çend saetan di ser êrîşê ra jî, ne Serokê Konseya YEyê Donald Tusk ne jî Serokê Komîsyona YEyê Jean-Claude Juncker tu daxuyanî nedan.
Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz jî piştî ku çend saet ser êrîşê ra derbas bû, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyeke kurt da û wiha got: "Dilê min bi welatiyên tirk û malbatên qurbaniyên êrîşê ra ye, ez piştevanê wan im."
Nûnera Bilind a YEyê ya Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê Federica Mogheriniyê wiha got, "Ez xeberên ku ji Stenbolê tên dişopînim. Ez bi rayedaran ra di têkiliyê da me. Em piştevanê hemû welatiyên Tirkiyê ne."
Endamê Komîsyona YEyê yê Berpirsê Polîtîkayên Cîranan û Mizakereyên Berfirehbûnê Johannes Hahn jî wiha nirxand, "Ez êrîşa li Stenbolê bi awayekî tund şermezar dikim. Li civakên demokratîk ciyê şidetê tuneye."
Di daxuyaniya van hersê berpirsan da êrîş, wekî êrîşeke terorê nehat wesifandin û îfadeya terorê nehat emilandin.
Dem û dezgeh û rayedarên YEyê bi tenê çend deqîqe bi şûnda bertek nîşanî êrîşên terorê yên li Parîs, Bruksel û Niceyê dabûn.
Mogherini di daxuyaniya xwe ya der barê êrîşa terorê ya li Brukselê ya di 22yê adarê da giriyabû.
Tirkiye, YEyê tawanbar dike ku di têkoşîna dijî terorê da têra xwe piştgiriyê nade.