22 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
HEWLÊR
, Li Herêma Kurdistana Iraqê Şasiwar Evdilwahidê avakarê "Tevgera Ji Referandumê Ra Niha Na" destnîşan kir heger referanduma di 25ê îlonê da paşda neyê hildan wê di navbera kurdan da pevçûn derkeve.
Evdilwahid der barê helwesta xwe ya dijî referandumê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Şasiwar Evdilwahid destnîşan kir hin partiyên siyasî li derveyî meclisê biryara referandumê hildan û wiha got: "Armanc serxwebûn nîne. Li gorî me referanduma di îlonê da sexte ye. Armanca wê avakirina dewleteke kurdan nîne. Partiyên siyasî dixwazin bi vê biryarê dema desthilatdariya xwe dirêj bikin."
Evdilwahid heger referandum çêbe wê zirareke mezin bide gelê kurd û aboriya wan û wiha got: "Ev referandum wê rê li ber qeyranên mezin veke, zirarê bide aboriyê û heta bibe sedema şerekî navxweyî."
Şasiwar Evdilwahid destnîşan kir li nav Iraqê, herêmê û dewletên Rojavayê piştgiriya hewce dike nadin referandumê û got îhtimal heye beriya 25ê îlonê geşedanên surprîz çêbin.
Evdilwahid diyar kir hişyariya Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ya "referandum çêbe wê pevçûneke sivîl derkeve" rast e û wiha got: "Heger referandum bê çêkirin wê aboriya me xirabtir bibe û hin derî jî li me bên girtin. Têkiliyên bi Bexdayê ra wê xirab bibin û di navbera kurdan û Heşdî Şabiyê da şer dekeve. Bi têkelkirina hêzên derva jî wê di navbera kurdan da pevçûn derkeve."
Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê 7ê hezîranê piştî civîna bi parityên siyasî ra ragihandibû wê di 25ê îlona 2017an da referanduma serxwebûnê bê çêkirin.
Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê destnîşan kiribû referandum dijî destûra bingehîn e û wê encamê nas nekin.
Di serkêşiya Şasiwar Evdilwahid da 8ê tebaxê li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistanê "Tevgera Ji Rêferandumê Ra Niha Na" hatibû avakirin.