Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
CENEVRE
Serokê heyeta muxalif Nasir Harîrî ya ku beşdarî hevdîtinên li Cenevreya bajarê Swîsreyê ev cara 7emîn e ji bo Sûriyeyê tê kirin bû diyar kir ku rejim der barê guftugoya pêvajoya siyasî da xeberdanê red dike û ji ber vê yekê jî xwestin Neteweyên Yekbûyî (NY) karê dikeve ser milê wê bi cih bîne.
Di hevdîtinên ji bo Sûriyeyê ku ev sê roj in dewam dike da Herîrî piştî hevdîtina bi Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NYyê Staffan de Mistura ra li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê kir daxuyanî da çapemeniyê.
Herîrî got: "Rejim li ser pêvajoya siyasî xeberdanê red dike. Xwe ji mijarên pêvajoya demkî ya siyasî dûr digire. Me ji Mistura xwest ku berpirsyariya xwe ya der barê mijara li ser meseleyên cidî yên guftogoyê de bi cih bîne."
Serokê heyeta muxalif Haeîrî diyar kir ku wan der heqê pozîsyona pêvajoya demkî ya siyasî da fikr û ramanên xwe bi NYê ra parve kirin û wiha dewam kir: "Heke ji bo destpêkirina pêvajoya demkî ya siyasî niyeteke cidî hebe ji bo beşdariya wê yekê berpirsyariya rejimê heye. Em ji NYê dixwazin ku di mijara pêvajoya siyasî da zexta li ser rejim û piştgirên wê zedetir bike."