Muhammet Kurşun
12 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2017
HEWLÊR
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê der barê pêkanîna komîteyeke hevpar de ku berjewendiyên gelên iraqî li ber çav bigire axivîn.
Îro li Hewlêrê heyeteke hikûmeta Iraqê ku ji wezîrên Petrol, Elektrîk, Çandinî, Perwerde, Serokê Dîwana Çawdêriya Darayî û Cîgirê Wezareta petrola Iraqê pêk hatibû bi heyeta Herêma Kurdistanê ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, wezîrên Samanên Siriştî, Plandanan, Perwerde û Berdevkê Hikûmetê tê de amade bûn re civiya.
Di civîne de herdu aliyan amadeyiya xwe ji bo vekirina rûpelekê nû û domandina diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan nîşan da. Herweha behsa pêkanîna komîteyeke hevpar ji bona pêşxistin û çawaniya rêkxistina hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê di warên petrol û elektrîkê de kirin. Behsa wê yekê kirin ku divê komîte berjewendîyên gelên iraqî ji ber çav bigire.
Di despêka civînê de Serokwezîr Barzanî ji bon rizgarkirina Mûsilê pîrozbahî ji gelên iraqê kir û bal kişand wê yekê ku hemû alî ji rizgarkirina Mûsilê qezenc dikin. Barzanî got divê hemû alî alîkar bin ji bo demên piştî DEAŞê û asayîkirina rewşa welatiyên wan deveran. Herwiha vegerîna penaberan ji bo ser mal û halên xwe.
Piştre behsa têkiliyên navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê ji bo demên piştî DEAŞê hate kirin, bi taybetî deverên ku berî niha hatinbûn dagîrkirin û niha pêdivî bi avedankirin û xizmetkariyan hene.
Di vê mijarê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyiya xwe nîşan da, her wek çawan deriyên xwe ji bo hatina penaberan û dabînkirina jiyana asayî ji bo wan vekiribî. Her bi vî awayî ji bo vegeryan û vejandina jiyanê li wan deveran rastî zirarê bûne dê hemahengiyê bike.
Şandeya mêvan sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo xuyakirina amadeyiya ji bona hemahengî û alîkariya bi Hikûmeta Îraqê re.