CENEWRE
Li Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî heta niha ev cara ewil e ku rejim û mixalifên sûriyeyî di odeyekê de hatin bal hev.
Hevdîtin li Cenewreyê di ofîsa Nûnerê Taybet ya Yekîtiya Sûriyeyê ya Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) El Exdar El Îbrahîmî de dest pê kir.
Berdevkê NYyê Corînne Momam-Vanîan ji rojnameyan re email şand û diyar kir ku hevdîtina di navbera her du aliyan de bi navbeynkariya El Îbrahîmî ve dest pê kiriye.
Konferansa Cenewre-2yê bi beşdarbûna nûnerên gelek welatan ve roja çarşemê dest pê kiribû. Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Sûriyeyê ya Ereban û NY El Îbrahîmî duh destnîşan kiribû ku her du aliyan ji bo hevdîtinê qebûl kiribûn di odeyekê de bên bal hev.