İbrahim Atmaca
19 Sibat 2019•Rojanekirin: 20 Sibat 2019
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan bi topan êrîşî ser cî û warên sivîlan ên nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" û di êrîşê de 5 sivîl mirin û herî kêm 6 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan bi topan êrîşî ser navçeya Xan Şeyxûn û Marratînnuman, gundên Xabît, Der el Şaqî û Tel Mennîsê û derdora Keleha Madîkê ku dikeve gundewariya bakurê bajarê Hamayê, gundên Şerîa, Huweyz û Hewîceya ku dikeve nav sînorên "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" kirin.
Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê (Baretspî) Mistefa Hec Ûsiv daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên rejimê li ser herêmên sivîlan ên li Îdlibê êrîşên sîstematîk didomîne.
Hec Ûsiv got, "Hêzên rejimê êrîşî navçeya Xan Şeyxûnê kir û di êrîşê da 5 sivîl hatin kuştin, ji 6an zêdetir sivîl birîndar bûn."
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir da 68 sivîl hatin kuştin û ji 260î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe. Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paşvekişandibûn.