Önder Beyter,Haydar Şahin,Elif Orhan,İbrahim Atmaca
30 Gulan 2019•Rojanekirin: 31 Gulan 2019
Di serdemeke ku li herêma Kendavê rageşiya bi Îranê ra gur dibe da li ser banga Erebistana Siûdî li bajarê Mekkeyê îro dê du lûtkeyên awarte bên lidarxistin. Tê destnîşankirin ku rojeva sereke ya van lûtkeyan dê "têkoşîna dijî tehdîdên Îranê" be, lêbelê cîhana Îslamî û serokên welatên erebî yên ku dê bên cem hev, dê mijarên wekî "plana Peymana Sedsalê, Meseleya Filistînê, Komxebata Manamayê, têkoşîna dijî terorê" jî bixin rojeva xwe û dê hewil bidin ku li ser van mijaran helwestekê nîşan bidin.
Rojek piştî lidarxistina van lûtkeyên awarte, tê pêşbînîkirin ku dê li Mekkeyê lûtkeya asayî ya 14emîn a Teşkilata Hevkariya Îslamî (THÎ) bicive.
Di 12ê gulanê da li avên bejayî yên welatê Îmaratê 2 jê yên Erebistana Siûdî 4 keştiyên kargoyê yên bazirganiyê tûşî sabotajê hatibûn û di 14ê gulanê da jî dîsa li Erebistana Siûdî du îstasyonên pompeyê rastî êrîşê hatibûn. Li ser van geşedanan Melikê Erebistana Siûdî Selman, welatên endamê THÎyê û serokên welatên Erebî dawetî herdu lûtkeyên awarte ku dê îro li Mekkeyê bi rê va biçin, kirin.
Li ser van êrîşan Amerîka ji bo çavtirsandina Îranê bi teyareyên F-15 û F-35an va li herêmê firî.
Amerîkayê di serê gulanê da jî ji bo pêşî li tehdîdên dibe ku ji Îranê werin bibire Hêza Wezifeya Bombebaranê ya ji USS Abraham Lincolna Keştiya Teyareyan û 4 teyareyên B-52 yên teyareyên bombebaranê yên bi kapasîteya nukleerê sewqî Kendava Besreyê kiribû.
Pispor dibêjin di vê demê da 2yên wan derasayî û yeke wan asayî 3 lûtke ew ê li herêmê werin kirin û mijara sereke ya lûtkeyan jî "têkoşîna dijî tehdîdên Îranê" ye, xêncî vê mijarê ew ê li ser pîlana Paymana Sedsalî, mijara Filistînê, Komxebata Manamayê, têkoşîna dijî terorê" binirxînin.
Hin pispor jî dibêjin ku qeyrana Kendavê ew ê nebe mijara sereke hinek dibêjin Melik Selmanê ji Şêx Temîm bin Hemed Al Saniyê Mîrê Qeterê ra dawetiye şand dibêje li Iraq, Sûriye, Libnan, Sûdan, Cezaîr, Libya û Yêmenê û gelek ciyên welatên Misilman xun dirije û dixwaze ku li alema Erebî û welatên Kendavê pergala navxweyî ava bike.
- Rojeva sereke ya civînan bi tehdîdên Îranê ra têkoşîn e
Pisporê Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Qahîreyê Prof. Dr. Tariq Fehmî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Hersê lûtke jî ji bo ku bi tehdîd û meydanxwendina Îranê ra têkoşîn were dayîn wê werin kirin. Ji bo vê yekê jî dixwazin alema Îslamî û Erebî têxin nava liv û tevgerê."
Fehmî diyar kir ku Erebistana Siûdî di sala 2015an da koalîsyona têkoşîna terorê ava kir û di berhevkirina gelek welatan da serkeftî bû û wiha dewam kir, "Civandina gelek welat û pêşengan wê li dijî gefên Îranê piştgiriya camîaya navneteweyî û alema Îslamî û welatên Erebî nîşan bide."
Fehmî got, "Lûtke ne ku tifaqeke stratejî û eskerî, belkî bi tifaqeke siyasî encam bide. Belkî mekanîzmayeke nû ya tevkariyê derkeve holê an jî dibe ku tifaqa artêşa Îslamî jî were rojevê" û li ser avabûna tifaqa ku weke NATOya Erebî tê binavkirin jî destnîşan kir ku ji ber tevgera Misrê li pêşiya vê tifaqê astengiyek heye.
Fehmî destnîşan kir ku berê Erebistana Siûdî Îslamabad di serî da vegeriya ser alema Îslamî û got ku rêvebiriya Riyadê bi hêza eskerî ya Pakistanê bawer e, di vê çarçoveyê da di demên dawî da ziyaret zêde bûn û têkilî xurt bûn.
Fehmî qal kir ku rageşiya li Kendavê di rêza ewil a rojevê da ye, her kes di rêya dizaynkirina derfetên xwe da ye, serokên ku di lûtkeyê da tên bal hev dê li ser mijara bicîbûna eskerî ya li herêmê ya Amerîkayê bisekinin.
Fehmî wiha axivî:
"Qeyrana Kendavê dê nebe madeya rojevê ya sereke û dê di danezana encamê da cî negire. Mijara Filistinê û plana Peymana Sedsalê jî dê di rojeva lûtkeyê da cî bigirin. Di miameleya bi plana çareseriyê ya Amerîkayê ra da divê welatên Erebî û yên Îslamî vîzyonekê diyar bikin. Welatên Erebî û yên Îslamî yên ku bi wesîleya van sê lûtkeyan hatin bal hev divê vê qerebalixê wekî firsendekê bibînin û li ser pirsgirêkên xwe bisekinin."
- Welatên Kendavê şer naxwazin
Ji Zanîngeha Amerîkanê ya li Qahireyê Profesorê Zanista Siyasetê Seîd Sadiq got ku dê madeya sereke ya rojeva lûtkeyan tehdîdên Îranê be.
Sadiq diyar kir ku di civînan da dê li ser mijara dijî Îranê avakirina îtifaqeke praktîkî hevdîtin bê kirin lêbelê texmîn nake ku bi Îranê re bikevin şerekî û got ku "Welatên kendavê şer naxwazin lêbelê ji bo ku ji nav Îranê tevgereke gel derkeve holê û rejim hilweşe dê îstişare bikin ku bêtir tehdeya aborî û psîkolojîk bê kirin."
Sadiq destnîşan kir tê payîn ku Amerîka madeyên plana "Peymana Sedsalê" ya ku ji bo çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filistinê pêş xist di nêz da eşkere bike û di vê çarçoveyê da dê mijara Filistinê û Komebata Manamayê jî di civînan da cî bigire.