Elif Orhan
25 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der barê berga kovara Le Poînt a ku li Fransayê tê weşandin de nirxandina "Rojên ku Tirkiyeyê ji we telîmat distand li paş man. Hûn bi gotina 'Dîktator' nikarin ku wan rojan paş de bînin."
Kalin ji ser hesaba xwe ya Twîttera malpera parvekirina civakî der barê berga vê hefteyê ya kovara Le Poîntê de daxuyanî da.
Kalin di parvekirina xwe de got ku "Kovareke Fransizan gotiye Serokomar Erdogan 'dîktator'." û ev nêrînên xwe parve kirin:
"Em van êrîşan dizanin. Dizanin ku armancên wan çi ye. Gel û gelên mezlûm tiştên ku diqewimin dibînin. Rojên ku Tirkiyeyê ji we telîmat distand li paş man. Hûn bi gotina 'Dîktator' nikarin ku wan rojan paş de bînin."