Türkan Tosun
07 Nîsan 2019•Rojanekirin: 07 Nîsan 2019
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk got ku daxuyaniya Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ya der barê Şerîaya Rojava da bi eşkere biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne.
Çelik li ser Twîtterê daxuyaniya Netanyahu ya der barê Şerîaya Rojava da nirxand.
- "Divê her kes zimanê nefretê ya ku Netanyahu dorpêç kiriye şermezar bike"
Çelîk got Netanyahu biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên ji bo Quds û Girên Golanê ji xwe ra dike mertal, îstiqrar û aştiya Rojhilata Navîn dike talûkeyê û provokasyonê dike.
Berdevkê AK Partiyê Çelik wiha got: "Netanyahu herî dawîn îlan kiriye ku heger di hilbijartinê da bi ser bikeve, ew ê şêniyên li Şerîeya Rojava îlhaq bike. Ev gotin, eşkere û zelal tunehesibandina biryarên Konseya Ewlekariyê ya NYyê û hiqûqa navneteweyî ye. Dixwaze ji qonaxa binpêkirina hiqûqê derbasî qonaxa bi temamî tunekirinê bibe. Divê her kes vî zimanê nefretê ya ku Netanyahu dorpêç kiriye şermezar bike. Netanyahu bi eşkere êrîşî civaka navneteweyî û hiwûê dike. Tu nirx û rêbazeke hiqûqê nema ku êrîş lê nekir. Civaka navneteweyî divê nirxên xwe li hemberî Netanyahu bi awayekî xurt biparêze."
- "Wext hatiye û derbas dibe ku civaka navneteweyî ji Netanyahu ra bibêje bisekine"
Çelîk anî ziman kesên piştgiriyê didin dagirkeriya Netanyahu divê li ser encamên vê baş bifikirin û wiha dewam kir: "Dawiya vê Rojhilata Navîn di serî da hemû dinyayê ber bi aloziyê va birin e. Dagirkeriya ku Netanyahu temsîl dike ji bo hiqûq û ewlehiya navneteweyî tehdîdeke herî bingehîn e. Wext hatiye û derbas dibe ku civaka navneteweyî ji Netanyahu ra bibêje bisekine. Tevgera Netanyahu li hemberî hemû nirxên civaka navneteweyî pênase dikin êrîşeke eşkere ye." "