Nihat Kavşut
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Di mijara Til Rifatê da Rûs dibêjin 'hema hema hêzên YPG/PYDyê nemane.' Em ê ji çavkaniyên xwe piştrast bikin. "
Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniya çapemeniyê da.
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir ku Tirkiyê bi saya Heyva Sor ya Tirkiyê bi qasî 630 milyon dolarî alîkarî şand tevahiya Sûriyê.
Kalin der heqê serdana hunermendan ya ji bona eskerên li ser sînor da wiha got: "Em fehm nakin ku serokê mixalefeta sereke çima ji vê serdanê aciz dibe. Serokê mixalefeta sereke bi gotinên giran di rastiyê da xwe biçûk dixe."
Îbrahîm Kalin diyar kir ku nûçeyên spekulatîf yên der barê aboriyê da rast nînin û wiha peyivî: "Car caran nûçeyên spekulatîf derdikevin ku 'di kordînasyona aboriyê da dubendiya fikr û ramanên curbecur hene.' Ev rast nînin."
Kalin der heqê Operasyona Çiqlê Zeytûnê da wiha got: "Hemû herêm ku Til Rifat jî di nav da ye heta ku ji terorê bê paqijkirin wê operasyon dewam bike."
Berdevkê Serokomariyê Kalin destnîşan kir li ber agirbestê û şandina alîkariya însanî rejim astengeke mezin e û wiha got: "Ji bona alîkariyên însanî demildest bigihêjin Sûriyeyê divê serî bidin ser rejimê. Lewra him ji bona şandina alîkariyên însanî û him jî ji bona bicîanîna agirbestê herî zêde rejimê astengî derxist. Birêz Serokomarê me duh di vê mijarê da agahiyên berfireh dan hevtayên xwe û axivîn."
Îbrahîm Kalin diyar kir ku Amerîka di şerê dijî DEAŞê da zelal nîne û wiha peyivî: "Divê Amerîka biryarekê bide, têkoşîna li dijî DEAŞê li Sûriyê xelas bû yan xelas nebû? Yanî dibêjin "Xelas" "li ber xelasiyê ye" "em nêzîkî xelasiyê bûn". Piştre dibêjin "na tehdîd berdewam e." Di vê mijarê da wisa tê fêmkirin ku serê wan tevlihev e. Tevliheviya serê kesên din yan jî planên wan li aliyekî, yê me serê me gelekî zelal e, helwesta me gelekî ronî ye."
Kalin destnîşan kir ku di mijara Til Rifatê da Rûs dibêjin 'hema hema hêzên YPG/PYDyê nemane' got ku em ê ji çavkaniyên xwe piştrast bikin.
Îbrahîm Kalin der barê îdiayên revizyona kabîneyê û îstifaya Şimşekê Alîkarê Serokwezîr da wiha got: "Niha tiştekî wiha tuneye."
Berdevkê Serokomariyê Kalin der heqê îddiayên vekişîna PKKyê ji Şingalê da got: "Em bi îhtiyat li vê mijarê dinêrin. Lewra taktîkên wiha derew ên vê rêxistinê gelekî derdikevin pêşberî me. Nav diguherînin, mewziyê diguherînin, mewqiyê diguherînin lê dîsa jî hewl didin mewcûdiyeta xwe bidomînin."
Kalin diyar kir ku hebûna wan ya li Efrînê wê dewam bike û got heta ku li herêma sînor û li nav Efrînê ewlehî û asayîş çêbe wê dewam bike.
Berdevkê Serokomariyê Kalin ji bona cezayê ku li Amerîkayê ji Hakan Atîlla ra tê xwestin wiha got: "Em vê biryarê bi tundî red û şermezar dikin. Niheqiyeke mezin e."
Kalin der barê hebûna PKKyê ya li Iraqê da wiha axivî: "Divê rêxistinên terorê axa Iraqê ji bona êrîşên dijî Tirkiyeyê bi kar neyînin. Di vê mijarê da meqamên Iraqê jî wekî me difikirin. Ji ber vê jî em ji ber operasyonên eskerî yên li Şengal û Qendîlê û li herêmên din ku dijî PKKyê bên kirin kêfxweş in."
Berdevkê Serokomariyê Kalin der barê helwesta Amerîkayê ya li hember PYD/YPGyê da wiha xeberda: "Em careke din bibêjin gotina ku "Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê PYD/YPG nîne. Em dikarin PYD/YPG û PKKyê ji hev cihê bikin' ew tişt e ku sal û sal û nîvek e Amerîka dixwaze me pê qane bike. Em vê red dikin, lewra em rastiyên li qadê dizanin. Loma jî hewldanên Fransayê yên di vî warî da jî badilhewa ne. Helwesta me eşkere ye. Em gavên wiha ji bona piştgiriya rêxistina terorê hewlên rasterast û nerasterast dibînin."
Îbrahîm Kalin destnîşan kir ku têkoşîna dijî FETOyê li gor hiqûqê tê meşandin û wiha peyivî: "Di têkoşîna dijî FETO da em tu carî derneketine dervayî hiqûqê. Di bûyera Kosovayê da jî me têkilî bi meqamên Kosovayê ra danî û me çalakî kir. Me ji bo îadekirina sûcbaran peyman çêkiribû ev di çarçoveya wê da hat meşandin. Loma ev yek zeefiyeta ewlehiya wê derê jî ji holê radike."