18 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
EZEZ
Gelê Ezeza ku di kontrola mixalifan da û PKK/PYDya rêxistina terorê ji bakurê Helebê êrîş dikê xwe siparte herêmên ewledar. Sivîl ji bo ku vegerin malên xwe li bendê ne ku dagirkeriya rêxistin bi dawî be.
PKK/PYD ji Til Rifat û gundên dorberê yên ku dagir kiriye bi rokêt û topên hewanê êrîşî Cibrîna li başûrê Ezezê dike.
Ji ber êrîşên rêxistinê her roj sivîl tên kuştin, gelê Cibrînê ji bo ku merûzî top û hewanan nemîne xwe dispêre herêmên ku bi Herekata Mertalê Feratê ji DEAŞê hatine xilaskirin.
Seîd Nasirê ku di êrîşên PKK/PYDê da mala wî hilweşiya, wesayîta wî zirar dît û zarokekî wî birîndar bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji ber êrîşên PYD yên li ser Cibrînê me malên xwe terikandin û xwe siparte herêma ewldar a li rojhilatê Ezezê. Em li vê derê di binê darên zeytûnan da dimînin. Berê rejimê ji Balafirgeha Mînnîxê êrîşî me dikir. Nika jî PYD ya mitefîkê rejimê êrîşî me dike."

Nasir bal kişand ku PYD bi piştgiriya mitefîqên xwe va êrîşî herêmên mixalifan dike û wiha pê da çû:
"PYDya ku îxanet ji şoreşa Sûriyeyê ra kir bi piştgiriya mitefîqên xwe va erdê ereban dagir kiriye. Tarîxê çalakiyên ku PYDê li Sûriyeyê kir hilda bin qeydê û ew ê berdêla wê bide. Em ê vê ji PYDyê ra nehêlin, dizane ku ew ê çi bê serî lewma êrîş dike. PYDyê li Reqayê gelek kes da der xû ji ber vê her diçe ji hêzê dikeve. Ji bo hebûna xwe nîşan bide êrîşî gundên li dorberê Ezez û Mareyê dike."

"Ez dixwazim vegerim Til Rifatê. Ew dera erdê me ye."
Ehmed Yasînê ji Cibrînê jî got, "PYD her roj top û hewanan diavêje bajêr. Ji bo canê xwe me Cibrîn terk kir û em derbasî herêma li rojhilatê Ezezê bûn."
Um Şaîra sivîl jî got, "PYDyê malên me di ser me da hilweşandin. Mala min hilweşiya. Wesayîta min zirar dît. Ji ber êrîşên PYDyê me canê xwe bi zor û zehmetî xilas kir û em hatin vê derê. Çi dibe bira bibe ez dixwazim vegerim Til Rifatê. Ew dera erdê me ye."
PKK/PYDya rêxistina terorê di sibata 2016an da Til Rifata ku lê ereb dijîn zeft kiribû.