Haydar Şahin
16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
MOSKOVA
Wezareta Parastina Rûsyayê got dibe ku Ebûbekir Bexdadiyê serokê DEAŞa rêxistina terorê di operasyona ser Reqayê ya 28ê gulanê da hatibe kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê da hat diyarkirin ku teyareyên Rûsyayê di 28ê gulanê da bombe avêtin ser avahiyeke li nêzîkî Reqayê ya ku payebilindên DEAŞê lê civîn dikirin, di êrîşê da 30yên wan fermandarên payebilind bi tevahî 330 milîtan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku agahî hatin ku Bexdadî jî di wê avahiyê da bûye û nika hewl didin ku vê agahiyê ji çavkaniyên cuda piştrast bikin.
Hat ragihandin ku di nav DEAŞiyên ku hatin kuştin da Ebû el Hacî El Misriyê Emirê Reqayê, Silêman Şawahê berpirsiyarê serwêsa ewlekariyê, Îbrahîm en Neyef el Hacê ku herêma di navbera Reqa û Suhneyê da kontrol dike jî hebûn.