Haydar Şahin
15 Mijdar 2019•Rojanekirin: 16 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê Rûsyaya piştgiriyê dide rejima Beşar Esed li 2 baregehên ku eskerên Amerîkayê li Kobaniyê terk kiribûn bi cî bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî sitandin, Rûsyaya eskerên wê li Sûriyeyê hene li Kobaniya navçeya li rojhilatê Feratê li baregehên Sirîn û Sabîtê yên eskerên Amerîkayê vala kiribûn bi cî bûn.
Hêzên Amerîkayê di dema Herekata Kaniya Aştiyê da baregehên Sirîn û Sabîtê vala kiribûn lêbelê piştî sekinandina herekatê vegeriyabûn baregehan û pêr jî baregeh bi tevahî terk kiribûn.
Hêzên Amerîkayê di 9ê cotmehê dema destpêka herekatê da ji 22 baregeh û ciyên eskerî yên li Sûriyeyê ji 16 cihan vekişiyabûn. Bi sekinandina herekatê va hêzên Amerîkayê vegeriyabûn 6 baregehan.
- Endamên rejimê li xeta sînor a li rojhilatê Qamişloyê bi cî dibin
Hêzên rejimê duh êvarê ji navenda navçeya Qamişloyê bigre hetanî Eyn Dîwara gundê Malikiyeya li sînorê Iraqê li gelek ciyên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê bi cî bûn.