Abdullah Tel
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov got: "Karê ku Washîngton dike bîrên neftê yên li rojhilatê Sûriyeyê bi dest dixe û wan bi darê zora çekan hildide bin kontrola xwe. Ev bi gotina herî piçûk nijdevaniya dewletê ya navneteweyî ye."
Konaşenkov li ser daxuyaniya Pentagonê ya ji bo bîrên neftê yên ku li rojhilatê Sûriyeyê ji destê DEAŞa rêxistina terorê hatibûn derxistin û wê bi kordîneya YPG/PKKya rêxistina terorê bên parastin sekinî û sewqkirina eskeran a ber bi wê derê va nirxand.
Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Konaşenkov ragihand ku daxuyaniya Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper jê ra ecêb nehat û wiha pê da çû: "Ew çavkaniyên binerd yên li ser axa Sûriyeyê ne malê DEAŞa rêxistina terorê ne û ne jî malê Amerîkayê ne ew malê Sûriyeyê bi xwe ne. Ne di nav hiqûqa Amerîkayê da û ne jî di nav hiqûqa navneteweyî da karê yekîneyên Amerîkayê nîne ku bi navê parastinê rabe çavkaniyên Sûriyeyê ji Sûriyeyê û yan jî gelê Sûriyeyê biparêze û ev wezîfeyeke meşrû jî nîne. Ji ber vê jî ew karê ku Washîngton dike bîrên neftê yên li rojhilatê Sûriyeyê bi dest dixe û wan bi darê zora çekan hildide bin kontrola xwe. Ev bi gotina herî piçûk nijdevaniya dewletê ya navneteweyî ye."