Abdullah Tel
26 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku li Japonyayê ji ber baranên gur lehî rabûn û hezaz qewimîn gor agahiyan heta niha 10 kes mirin.
Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê ji ber barana gur duh li herêma îdarî ya Çîbayê ya rojhilatê paytext Tokyoyê dikeve 9 kes û li herêma îdarî ya Fukuşîmayê jî kesek mir.
Li Çîbayê ji ber barana gur 15 çem di ser da qelibîn û hezar û 800 kes ji malên xwe hatin texliyekirin û hezar û 200 xwendekar jî li dibistanan mehsur man.
Ekîbên xilaskirinê yên Ajansa Rêveberiya Afat û Agir li bajarê Sanmuyê 60 xwendekarên li pêşdibistanekî mehsur mabûn tevlî mamosteyên wan bi wesayîtên taybet va xilaskirin.
Ji ber barana gur hemû seferên balafiran ên li Balafirgeha Navneteweyî ya Narîtaya ser herêma Çîbayê hatin betalkirin û seferên otobus û trenê jî bi heman hincetê betal bûbûn û nêzî 3 hezar kes şev li balafirgehê derbas kirin.
Li herêmê hin nexweşxane û malên xweyîkirinê di bin lehiyê da man.