MOSKOVA
Rûsyayê bihayê gaza siruştî li ser Ukraynayê zêde kir.
Midûrê Giştî yê Gazproma saziya gaza siruştî ya Rûsyayê Aleksei Miller daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku Rûsyayê êdî gaza siruştî bi bihayê nû ve bide Ukraynayê.
Miller got: "Me heta niha hezar metrekupa gaza siruştî bi 268,5 dolarî dida Ukraynayê, ji 1ê nîsanê şûnde em ê hezar metrekupa gazê bi 385,5 dolarî bidin wan."
Miller destnîşan kir ku Ukraynayê deynê xwe yê gaza ku erzan didan wan hê nedayê, bi tevahî deynê rêveberiya Kîevê milyarek û 711 milyon dolar e.
Miller ragihand bihayê gaza ku ji ser Ukraynayê re diçe cihên din jî ji sedî 10 hat biha kirin.
Rûsyayê bi şertekî gaz ji Ukraynayê re erzan kiribû. Şert jî ew bû ku Sîtola Rûsyayê ya Behra Reş 25 salan li keştigeha Sîvastopola bajarê Ukraynayê bimîne.
Piştî ku Komara Xweseriya Qirimê û Sîvastopolê biryar dan û bi Rûsyayê ve bûn yek Rûsyayê peymana erzankirina gaza siruştî betal kir.