30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
MOSKOVA
Serokê Dewleta Ûris Vladîmîr Vladîmîr Pûtîn daxuyand ku ewê dîplomatên DYAyî yên ku li Rûsyayê wezîfeyê dikin, dersînor nekin.
Pûtîn di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Emê mafê xwe yê bersivê biparêzin û herwiha emê bêberpirsiyar berjêrî asta 'dîplomasiya mitfaqê' nebin. Emê gavên sazkirina peywendiyên Ûris-Amerîkayê yên jinûva, li gorî helwesta Donald Turmp ku wekî Serokê DYAyê hat hilbijartin, kifş bikin. Emê kesî neşînin."
Pûtîn diyar kir ku dîplomatên ûris dê ji DYAyê vegerin û betlaneya serê salê li Rûsyayê derbas bikin û wiha got, "Emê bona dîplomatên DYAyî problem dernexin. Emê kesî neşînin."
Pûtîn herwiha biryarên nû yên DYAyê wekî provokasyoneke ku dê zirarê bide peywendiyên dualî, pênase kir û destnîşan kir ku ev rewş dê zirarê bide xelkê ûris û Amerîkayê û îstiqrara dinyayê.
Pûtîn got ew gelekî xemgîn e ku Serokê DYAyê Barack Obama bi şêweyeke bi vî rengî wezîfeya xwe temam dike û herwisa Pûtîn sala nû ya Obama, Trump û xelkê Amerîkayê pîroz kir.