31 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
BAXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê di êrîşên hemdem ên li ser çarşiyekê da hejmara miriyan derkete 24an û ya birîndaran jî gihîşte 38an.
Hemîd Cemalê ji Yekeya Tenduristiya Bexdayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hejmara cesedê kesên ku anîn nexweşxaneyê gihîşte 24an.
Cemal destnîşan kir ku 2 cesed yê êrîşkaran in û hetanî nika 38 kesên birîndar jî anîn nexweşxaneyê.
Xatim el-Cabiriyê ji hêzên ewlekariyê got ku êrîşkaran bombeyên li ser xwe teqandine.
Di agahiyên ewil da hatibû diyarkirin ku 13 kes mirin û 22 kes jî birîndar ketin.