Abdullah Tel
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Rûsyayê bi kordînasyona Misir û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va eskerên peretî yên ku wê li cem generalê derbeker Xelîfe Hefter şer bikin, sewqî Libyayê kir.
Li gor nûçeya rojnameya Ereb el-Cedîda navenda wê Londone di nav sê rojên dawîn da du balafirên Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ku tê da eskerên peretî yên Ûris ên li Sûriyeyê hebûn li Balafirgeha Bîngaziyê danîn.
Eskerên peretî yên ku bi kordînasyona Misir û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb va hatin şandin di bin banê şirketên bi navê Moran û Schitê da cih digirin.
Hin welatiyên Sûriyeyê yên ku ji bo Rûsyayê dixebitin jî şandin Libyayê.
Di nûçeyê da hat gotin ku Rûsya dixwaze bi vê hewlê li Libyayê hemberî Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî (HMN) ya di qada navneteweyî da meşrû ye û Tirkiye jî piştevaniyê dike, cihê xwe baştir bike.