Haydar Şahin
07 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2020
Morgan Ortagusa Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê diyar kir ku Pompeo bi Xalid bîn Selmanê Alîkarê Wezîrê Parastina Erebistana Siûdî, Şêx Xalid el Hemad Al Sabahê Wezîrê karên Derva yê Kuweytê, Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Vladimir Zelenskiyê Serokê Ukraynayê, Vladimir Makeyê Wezîrê Karên Derva yê Belarûsê ra hevdîtin kir.
Di daxuyaniya li ser hevdîtinan hat weşandin da hat diyarkirin ku Pompeo li Washîngtonê bi Xalid bîn Selman ra hat ba hev, êrîşa tê da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê hat kuştin nirxandin.
Hat destnîşankirin ku Pompeo ji ber têkoşîna rêveberiya Erebistana Siûdî dijî Îranê dide, û hewl dide ji bo Yêmenê "çareseriya siyasî" were dîtin ji Selman ra sipas kir û got ku Amerîka naxwaze bi Îranê ra şer bike.
Wekî mayîn Pompeo bi Zelenskiyê Serokê Ukraynayê ra jî axivî, der barê rewşa dawîn a li Rojhilata Navîn da agahî da Zelenskiy û ji ber ku êrîşa birin ser Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê şermezar kir jî sipas kir.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Pompeo di axaftina bi Al Sabahê hemtayê xwe yê Kuweytê ra kir da jî bal kişand ser kêmkirina rageşiya bi Amerîkayê ra û ewlehiya welatiyên Amerîkayê yên li herêmê. Pompeo di hevdîtina Guterres da jî li ser rewşa dawîn a li Rojhilata Navîn û Venezuelayê fikr û ramanên xwe parve kir.
Hat diyarkirin ku Pompeo di hevdîtina Makeyê Wezîrê Karên Derva yê Belarûsê da ji ber ku Belarûsê di mijara êrîşên li Iraqê da piştgirî da Amerîkayê sipas kir û bal kişand ser hevkariya herdu welatan.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Pompeo Luis Lacalle Pouyê di hilbijartina 24ê mijdarê da ji bo seroktiya Urugayê hat hilbijartin pîroz kir.
- Kuştina Silêmanî
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) diyar kiribû ku di êrîşa li tanga Balafirgeha Bexdayê da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê û Ebu Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê hatin kuştin.
Ayetullah Elî Xameneyê serokê dînî yê Îranê diyar kiribû ku ew ê heyfa êrîşa Amerîkayê were sitandin û gotibû, "Bersiveke tund bidin hêzên Amerîkayê".
Xameney diyar kiribû ku li welêt ji bo 3 rojan şîn îlan kir.