01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
MOSKOVA
Aboriya Rûsyayê ji sala borî vir de ji ber ambargoya DYA û welatên YEyê ya ji ber krîza Ukraynayê û ji ber şikestina bihayê neft û xaza siruştî di nava qeyraneke dijwar da ye.
Li gorî daneyên Servîsa Buroya Îstatîstîkê ya Federal a Rûsyayê, aboriya Rûsyayê di çaryeka ewil a 2015an da 2,2 teng bû, di çaryeka 2yemîn da 4,6 û di çaryeka 3yemîn da jî 4,1 piçûk bû.
Serokê Beşa Aboriya Cihanê ya Zanîngeha Moskowayê ya girêdayî Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Prof. Dr. Aleksandr Bûlatov di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku sala 2016an dê ji bo aboriya ûris nebe saleke bi şox û şeng.
Bûlatov bal kişand ser texmîna ku sala bê dê bihayê neftê ji serê warêlê dora 50 dolarî dewam bike û wiha xeberda, "Ji ber vê qasê Rûsya wisa texmîn dike ku di sala 2016an de dahata wê ya nesafî ya neteweyî 0,7 zêde be, lê IMF bi texmîneke xirabtir li bendê ye ku 0,6 bikeve. Rûsyayê sala pêşiya dê ji ber zextên negatîf di gelek xercaneyên civakî da kemberê bişidîne."
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Fînansê ya Zanîngeha Aboriyê ya Nû Oleg Shibanov jî bal kişand ku li Rûsyayê di nîvê ewil ê salê da veberhênan ji sedî 8 kêm bû û wiha got, "Şîrketên li Rûsyayê ji ber nediyariya makro ditirsin ku veberhênanê bikin."