01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
PARÎS
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Barack Obama li Balyozxaneya Parîsê ya DYAyê hatin bal hev.
Serokê DYAyê Barack Obama piştî hevdîtina bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra der barê daxistina balafira Rûsyayê ku sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal kir da wiha got: "Heqê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze."
Obama destnîşan kir ku Tirkiye hevalbendekî girîng ê NATOyê ye û wiha xeberda: "DYA dizane ku mafê Tirkiyeyê heye ku sînorên xwe biparêze û piştgiriyê dide. Em li ser qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê da axivîn."
Obama diyar kir ji bo qeyrana li Sûriyeyê were çareserkirin bi Erdogan ra hatiye bal hev û wiha got: "Divê mesele bi rêyên diplomatîk û siyasî bên çareserkirin."
Obama destnîşan kir ku li herêmê neyarê hevbeş DAEŞ e û wiha axivî: "Armanca me û hêzên koalisyonê ew e ku ku DAEŞ were astengkirin. Tirkiye di vî warî da tim alîkariyê dike."