Elif Orhan
02 Tebax 2018•Rojanekirin: 04 Tebax 2018
BOGOTA
Serwîsa Îspanyolî ya ku Ajansa Anadoluyê (AA) ya ku yek ji ajansên nûçeyan a herî çalak û girîng ên dinyayê ye par di 1ê tebaxê de li Kolombiyayê vekir sala xwe temam kir.
Li Bogotaya navenda serwîsa Îspanyolî ya AAyê digel nûçegihanên ji Îspanya, Amerîka, Tirkiye, Îsraîl û hemû Latîn Amerîkayê 18 kes peywirdar in. Ev ekîb girêdayî tora gerdûnî ya AAya ku li 86 welatan nûçegihanên wan hene û bi 13 zimanan weşanê dike ye.
Yek ji armancên sereke yên navenda li Bogotayê ew e ku ji bo kesên ku bi Îspanyolî diaxivin der barê rastiyên tevîhev ên Tirkiye, Ereban û alema misilmanan de ji çavkaniya ewil agahî bide bibe pireyek. Navend her wiha li cihên ku lê Îspanyolî tê axaftin der heqê bûyerên rojevê de agahî dide cihên din ên cîhanê.
Armanca ofîsê ew e ku ji ragihandina nûçeyan a dualî wêdetir civakan bîne bal hev, eleqeya ser cihên dûr ên cîhanê zêde bike û klîşeyan serobino bike.
Ji vekirina serwîsa Îspanyolî vir ve di mijarên siyaset, aborî, werzîş û çandê de ji 12 hezarî zêdetir metnên xebaran, 8 hezar wêne û ji hezar û 300î zêdetir vîdeo û her wiha di gelek mijarên cur bi cur de analîzên pisporan û înfografîk hatin weşandin. Naverokan tesîreke mezin li ser şaxên çapemeniyê yên li Kolombiyayê kir û AA arîkarî dike ku ev sazî repertuara nûçeyên xwe dewlemend bikin.
AAyê îsal li herêmê qeyrana koçê, skandalên gendeliyê, hilbijartinên serokdewletan û bobelatên xwezayî di nav de hemû bûyerên girîng şopandin, di heman demê de ji bo aboneyên xwe û raya giştî rêzek nûçeyên taybet, hevpeyvîn û çîrokên mirovî weşandin.
Serwîsa Îspanyolî di navbera çand û cihên ku êdî ne dûrî hev in pireyên nû ava dike û plan dike ku beşa ji bo nûçeyan hatiye veqetandin berfireh bike.
AA li Tirkiyeyê di sala 1920î de hat avakirin û amadehî dike ku salvegera 100emîn a damezrîna xwe pîroz bike û di çend salên dawîn de hema bêje li her derê cîhanê belav bû.
AA wek ajanseke gerdûnî ji bo aboneyên xwe yên navneteweyî rojane kêm zêde hezar û 384 metnên nûçeyan, 4 hezar wêne, 400 vîdeo û 6 înfografîk çêdike.
Ajansê di sala 2017an de serwîsên Îspanyolî û Endonezkî yên ku li ser rûyê cîhanê ji 750 milyon kesî zêdetir diaxivin vekiribû.