Ajansa Anadoluyê (AA) sibê dest bi weşana farisî dike.
Beşa Farisî ya AAyê wê sibê bi merasimeke hevdem ya li Tehrana paytextê Îranê û Midûriyeta Herêma Stenbolê ya AAyê bê lidarxistin ve bi awayekî fermî wê bê vekirin.
Burokratên tirk û îranî, nunerên saziyên çapemeniya Îranê yên hilbijartî wê beşdarî merasima vekirinê ya li ofîsa Tehranê bibin. Di heman demê de li Stenbolê jî wê di beşa farisî de resepsiyonek were dayîn. Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya û Rêvebirê Weşana Giştî ya AAyê Metîn Mutanoglu wê beşdarî vê resepsiyonê bibin.
Beşa farisî (https://www.facebook.com/anadoluagencypersian) ev demek e xebatên xwe bi baldarî dimeşîne û weşana testê dike. Beşê bingeha xwe amade kir ku nûçeyan bide medyaya Îran, Efxanistan û Tacikîstanê. Ev welatên ku farisî lê tê axaftin wê ji sibê pê ve êdî bikaribin nûçeyên farisî ji AAyê bixwînin û bigrin.
Geşedanên dinyayê yên di qada werzîş, aborî, turîzm, jiyan, çand û hunerê di bin banê Edîtoriya Nûçeyên Farisî (@aa_persian wê bi wêne û dîmenan ve bên weşandin.
Nûçeyên farisî yên Ajansa Anadoluyê wê li ser navnîşana (http://www.aa.com.tr/fa) yê bên weşandin. Ji bilî beşa farisî wê nûçe, dîmen û wêneyan li ser Sîstema Nûçeyan (HAS) bigîhînin aboneyan.
Ajansa Anadoluyê ji bo ku di nav ajansên cihanê yên herî bibandor de cih bigire wê bi farisî jî weşanê bigre û bi vî awayî hejmara zimanên ku weşan tên kirin wê bigîhîje 9 zimanan. Ajansa Anadoluyê niha ji bilî tirkî, îngilizî, erebî, BSH (boşnakî, sirbî, hirwatî), rûsî, kurdî, frensî û arnawûdkî weşanê dike. Armanca AAyê ew e ku di sala 2020an de bi 11 zimanan weşanê bike.