İbrahim Atmaca
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
ANKARA
Tirkiyeyê Komkujiya Hocaliyê û dagirkeriya li ser axa Azerbeycanê ya ku bi salan e dewam dike, bi tundî şermezar kir.
Ji Wezareta Karên Derva bi wesîleya "26emîn salvegera Komkujiya Hocaliyê" daxuyaniya nivîskî hat dayîn û hat bibîrxistin ku yekîneyên Komara Ermenistanê di 26ê sibata 1992yan da li herêma Karabaga Jorîn a Azerbeycanê, li bajarê Hocaliyê êrîş kir û jin û zarok jî tê da bi sedan welatiyên Azerbeycanê kuşt û birîndar kir, ji hezarî zêdetir kes jî dîl hatin girtin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku aqûbeta kesên winda hê jî nehatiye zanîn, ev êrîşkariya deremirovî ku li dijî sivîlan hat kirin, di hafizeya raya giştî ya hemû cîhanê da cih girt û di wijdanan da birînên kûr vekir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Îro hê jî ji pênc paran parek axa Azerbeycanê di bin dagirkeriya Ermenistanê da ye. Ji milyonekî zêdetir Azerbeycanî li welatê xwe wek penaberan dijîn.
Wek Tirkiye êrîşa xwînxwar û komkujiya ku 26 sal berê li Hocaliyê dijî birayên me yên azerbeycanî hat kirin, her wext di bîra me da ye û em hîs dikin û vê êşê parve dikin. Em vê komkujiyê û dagirkeriya li ser axa Azerbeycanê ya ku bi salan e dewam dike, bi tundî şermezar dikin. Kesên ku di vê trajediyê da mirin Xwedê rehma xwe li wan bike, cardin serê hemû birayên me yên azerbeycanî sax be."