Önder Beyter
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
MERSÎN
Li Sîlîfkeya navçeya Mêrsînê ji ber ku germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye dartûyan di meha sibatê da fêkî dan.
Li tevahiya navçeyê gelek darên fêkiyan kulîlk vedan. Dartûyên ku wekî asayî di dawiya adarê an jî serê nîsanê da fêkî didin, zûtir kulîlk vedan û niha jî fêkî dan.
Şakir Ata ku dartûya pêşiya mala wî fêkî da, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ev cara ewil e ku ew di meha sibatê da dibînin ku dartû fêkî digire.
Ata got ku ji ber vê rewşê, ew matmayî bû û wiha dewam kir, "Di şertên asayî da dartû vê demê fêkî nagire. Îsal germahiya hewayê di ser asta demsalê da bû û ji ber hindê dartûyê zûtir fêkî girt."