Komeke jinên ku di nav wan de birêvebirên Rêxistina Bajêr a Şirnexê ya DBP û HDPyê, MEYA-DER, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zahîdeyê û KURDÎ-DERê jî hebûn, li ber avahiya bajêr a Şirnexê ya DBPyê hatin bal hev.
Di destê komê de wêneyên jinên ku li Parîsê hatin kuştin hebûn. Kom heta Qada Cûmhûriyetê meşiya.
Hevseroka Bajêr a HDPyê ya Şirnexê Asmîn Kiraçê vir li ser navê jinan daxuyaniya çapemeniyê da û diyar kir ku bûyera du sal beriya niha şermezar dikin û got "Em qetlîama ku hêzên tarî li Parîsê kir, şermezar dikin. Berbiçav e ku ev êrîş di serî de jinên kurd, ji bo şikandina hêza jinan a ku li cîhanê xurt dibe ye."
Endamên komê piştî daxuyaniyê belav bûn.